Çile 13, 2018 16:57 Asia/Tehran
  • Merdanî bû xwediyê mêdala Tûncê ya Têkvandoya Xelata Mezin a Çînê

Têkvandokarê kêşa giran a Îranê, yekemîn mêdala Îranê ji pêşbirkên Xelata Mezin bi dest xist.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê Federasyona Tekvandoyê, heftiya sêyemîn a dewra yekemîn a Pêşbirkên Têkvandoyê yên Grand Slam`ê (Xelata Mezin) bi beşdariya lîstikvanên herî baş ên cîhanê yên Têkvandoyê li kêşên olempîkî yên +80 kîlogiremê ya mêran û -49 kîlogiremajinan, bi mazûvaniya bajarê Wûşî ya Çînê hate lidarxistin.

Li pêşbirkên sibeha îro, Secad Merdanî, destpêkê Sêûng Hû An Lî, ji Koreya Başûr, bi encama 12 ser 11`ê şikest da, paşê Radîk Îsaov, ji KOmara Azerbaycanê, bi encama 11 ser 9`ê, qaremanê Lîstikên Olempîka 2016`an a Riyo`yê şikest da û kete qonaxa Nîveka dawîn.

Ew li vê qonaxê li hember Roman Kozêntso yê ûris ê xwediyê mêdala tûnc a cîhanî di sala 2017`an de li dema qanûnî û ronda zêrînencama bernaber bi dest xist û li dawiyê sîstima dawriyê, lîstikvanê ûris wek kesê serketî ragihand û Merdanî jî gihîşte lîstika rêzbendiyê. Merdanî li vê pêşbirkê li hember Wedarn Golês, lîstikvanê Korovasiyê bi encama 9 ser 4`ê bi ser ket û mêdala tûnc bi dest xist.