Kanûn 15, 2017 20:38 Asia/Tehran
  • Îran bû qehremana Guleşta Ferengî ya cîhanê

Tîma guleşta ferengî ya Bîmeya Razî ya Îsfehanê li dewra çaran a kapa guleşta ferengî ya cîhanê li hemberî tîma Sîna Seneta Îzê ku ew jî nûnerê Îranê bû serket û bû qehreman.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Tîma guleşta ferengî ya Bîmeya Razî ya Îsfehanê nûnerê Îranê êvara îro îniyê li dewra çaran a kapa guleşta ferengî ya cîhanê li hemberî tîma Sîna Seneta Îzê ku ew jî nûnerê Îranê bû pê netîca 8-2 serket û bû qehremanê cîhanê.

herwisa tîma guleşta ferengî ya Biyok Şehîr a Tirkiyê û Guorgîn Kulaba Gurcistanê jî meqamên sisyan û çarane vê kapê anîne dest.

Dewra çarane pêşbirkêya guleşta ferengî yê cîhanê ji roja pêncşemê bi hizûra 10 tîmên derveyî û 3 tîmên îranî li bajarê Îsfehanê birê ket û îro îniyê jî kuta bû.