Mijdar 16, 2017 17:34 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçeyên werzişî

Cudokarê Îstehbanî berê xwe da Pêşbirkên Cîhanî li Hilandayê. Cudokarê Îstehbanî (Parêzgeha Farsê li başûrê Îranê), Mêhdî Fethîpûr hevrê digel Tîma Neteweyî ya Cudoya Îranê îro anku Çarşemiyê ji bo beşdariya li dawîn qonaxa pêşbirkên Cudoyê (Grand Peri) ku bi mazûbantiya Holandayê tê lidarxistin, berê xwe da vî welatî.

Serokê Desteya werzişî ya Cudoyê ya parêzgeha Farsê bi gotina vê yekê, roja Çarşemiyê ji IRNA`yê ra got: ``Fethîpûr li van pêşbirkan li giraniya kêmtir ji 73 Kîlogeremê diçe pêşberî hevrikên xwe.

Wehîd Zarê Nijad her wiha got: ``Tîma Neteweyî ya Cudoya Îranê bi rahêneriya Muhsin Zekeriya û bi heft cudokaran berê xwe da van pêşbirkan``.

 

6 Kevandar bo Pêşbirkên Asyayî yên Tîr û Kevanê li Bengiladêşê hatin rêkirin

Bêhzad pakzad rahênerê Tîma Neteweyî ya Kampondê li hevpeyvîna bi ISNA`yê ra, Ismaîl Ebadî, Mecîd Qêydî, Yasir Emûyî, Perîsa Beratî, Firişteya Qurbanî û Kîsa Bayverdî wek kesên şandî li Kamponda jinan û mêran bo Pêşbirkên Asyayî li Bengiladêşê da zanîn û got: ``Her şeş kevandarên şandî bo Pêşbirkên Asyayî yên Tîr û Kevanê li Bengiladêşê ji hêla rêkord û amadetiya bedenî va di rewşeka baş da ne``.

 

Sê werzişkar û 2 dadwerên zencanî bo Pêşbirkên Navneteweyî yên Bedmîntona Ciwanan hatin vexwendin

Sekreterê Desteya Werzişî ya Bedmîntona parêzgeha Zencanê got: ``Sê werzişkarên jin û mêr û 2 dadwerên navneteweyî yên jin ji Zencanê ji aliyê fêdêrasiyonê va bo Pêşbirkên Navneteweyî yên Bedmîntona Ciwanan hatin vexwendin``.