Mijdar 15, 2017 20:15 Asia/Tehran
  • Werzişkarên îranî bi camêrtî çûn hawara erdhejdîtiyan

Mesûd Mistefa Cokar, ciwanê werzişkar ê îranî û berqaremanê guleşta azad a Olempîka 2004`an a Atênê, li karekî xwedêhezane, mêdala xwe bona alîkariya bo erdhejlêketiyên parêzgeha Kirmanşanê danî mezadê.

Elî Riza Bîravend, golêrê loristanî, kirasê xwe yê hejmara 1`ê  li tîma neteweyî, bi îmzeya hejmarek ji lîstikvanên tîma neteweyî ya fûtbola Îranê û lîstikvanên tîma xwe ya Pêrspolîsê danî heracê ta ku perê wê bişîne kesên erdhejlêketî yên parêzgeha Kirmanşanê.

Lîstikvanên tîma fûtbola Istiqlala Têhranê  li kareka xwedêhezane jibo alîkariya bo xelkê erdhejlêjketî yê Kirmanşanê, kirasên xwe yên werzişî firotin.

Biryar e ev kiras bi îmzeya hemî lîstikvanan jibo xêrxwazên ku dil hene alîkariya erdhejlêketiyan bikin, werin dayîn.