Mijdar 15, 2017 16:55 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçeyên werzişî

Sareya Cewanmerdî jina werzişkar a Îranê ya xwedana 2 medalên zêr li Para Olempîka Riyo Dujanîroyê, medala xwe ya zêr ji bo alîkariya bo ziyandîtî û mexdûrên erdheja Kirmaşanê danî mezadê anku Herazê.

Endamên tîma neteweyî ya Guleşta Azad û Ferengî ya Îranê hevrê digel birêvebirê giştî yê werziş û ciwanan ê parêzgeha Kirmaşanê û serokê fêdêrasiyona Guleştê sibeha îro bo navçeyên erdhejhatî li vê parêzgehê hatin şandin.

Tîma Fûtbolê (pêgogê) ya Awstralyayê bi torandina tîma Hindorasê bi encama 3-1`ê wek tîma pêncan a parezemîna Asyayê û tîma sî û yekem a cîhanê îzna beşdariya li Kupa Cîhanî ya Pêgogê ya 2018an a Rûsiyê bi dest xist.

Pêşbirkên qaremaniya Voşoya Îranê li du beşên Sanda û Talû bi amadebûnan 300 werzişkaran li çarçova 34 tîman li bajarê Zencanê li rojavaya Îranê hat lidarxistin.

Sadiq Muqîm, werzişkarê Voşoyê yê Îlamî li pişka Talûyê ya van pêşbirkan karî pileya sêyem û medala tûncê bi dest bixe.