Mijdar 14, 2017 17:18 Asia/Tehran
  • Qaremanê cîhanê yê kurd mîdala xwe ya Olempîkê da ber mezadê

Kîyanûş Rustemî qaremanê kurd ê Olempîk û cîhanê bi merema alîkarîya bo mexdûrên erdheja li rojavaya Îranê, mîdala xwe Zêr a Olempîkê difiroşe.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Kîyanûş Rustemî qaremanê kurd ê Olempîk û cîhanê bi merema alîkarîya bo mexdûrên erdheja li rojavaya Îranê, mîdala xwe Zêr a ku li Olempîk Riyo 2016`an bi dest xistibû difiroşe.

Vî qaremanê kirmanşanî li peyama xwe di vî warî de got: Careka din dilê erdê lerizî ta ku dilê bi milyonan welatîyên îranî ji ber xema ji destdayîna ezîzên xwe bilerize, mêrxwas û şêrejinên ku hertim di dilê dîrokê de wek pirtîyeke laşê Îrana mezin li rêza yekem a parastina welatê xwe bûne û roja îro van egît û şêrana bi vî rengî ji ber belaya lêketî, destên xwe ber bi esmîn ve dirêj kirine û li benda alîkarîya gelê ezîz ê xwe ne.

Ez wek Kûyanûş Rustemî lawê piçûk ê vî miletê mezin ku di van çend rojan de hela xwew neketîye çavên min, erka xwe dizanim ku pêngaveke piçûk ji ob hevwewlatîyên xwe yên mexdûrê erdhejê rakim û mîdala Zêr a Olempîka Riyo 2016`an ku di rastîyê da hema ya vî gelî ye bizvirînime wan û wek alîkarîya ji bo mexdûrên erdhejê daynim ber firotinê û dirafê wê ji bo van ezîzan terxan bikim.