Mijdar 13, 2017 16:05 Asia/Tehran
  • Destpêbûna rikeberîya werzişkarên Pîng Ponga Îranê li tûra cîhanî ya Swêdê

Pêşbirkên Tênîsa Ser Masê tûra cîhanî ya Swêdê ji îro ve destpê bûne û 4 werzişkarên îranî yê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Noşad û Nîma Alemîyan digel Efşîn Norûzî û Emîn Ehmedîyan tênîsvanên îranî yên pişkdarê tûra cîhanî ya pêşbirkên tênîsa Swêdê ne ku yê ji îro ve rikeberîya li van pêşbirkana destpê bikin.

Li gorî vê raporê, 157 werzişkar ji 43 welatên cîhanê li pêşbirkên tênîsa ser masê tûra cîhanî ya Swêdê pişkdar in. Poenên li van pêşbirkana yê bandorê li renkîng ango pileya werzişkarên pişkdar bike.

Cemîl Lutfulah rahênerîya tîma tênîsa ser masê ya Îranê li van pêşbirkana dike.