Tîma Pêyntbala Îranê bû qareman
Mijdar 13, 2017 15:57 Asia/Tehran
Tîma Pêyntbala (Paintball) Îranê li pêşbirkên asyayî û opênê yên navbera parzemînên cîhanê li Malêzîyê, bû qareman.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, tîma Pêyntbala Îranê li pêşbirka fînalê ya rikeberîyên asyayî derket pêşberî tîma Fransayê û bi birina ji vê tîmê, kapa qaremanîya pêş asyayî û opêna navbera parzemînên cîhanê bi dest xist.
Li pişka yekkesî jî Riza Bedrîyan bi 8 serketinan, bû qaremanê van pêşbirkana.
Pêyntbal werzişeke komkî ye ku di navbera du koman de tê lidarxistin ku her alîyek hewl dide bi gulleyên rengî alîyê din wêde bide.