Peykera zêrîn a pêşbirkên navneteweyî ya nîgarkêşiya Ukraynê li destên nûciwanên mehabadî
Mijdar 12, 2017 16:43 Asia/Tehran
Berpirsa navenda perwerdehiya fikrî ya zarokan û nûciwanên Mehabadê got: Semîra Xelîlî, nûciwana jêhatî ya vî bajarî pila ewil û peykera zêrîn a sêyemîn dewra pêşbirkên navneteweyî ya nîgarkêşiya zarokên nexweş li welatê Ukraynê bi dest xist.
Efsane Baziyar roja şemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanê IRNAyê re diyar kir: Ev endama navendê li nîgarkêşiya xwe bedewiya cîhana bêyî qirêj û rûberkirina wê bi rûveka kirêt a cîhana qirêj resmandiye .
Wê her wiha got: Ev pêşbirke bi mazûvaniya welatê Ukraynê bi mijara nîgarkêşiya navneteweyî ya zarokên nexweş û bi teknîka guwaşê hat li dar xistin.
Wî her wiha diyar kir: Fêrkara vê endama 15 salî ya navendê Şîlan Nazimzade, fêrkara hunerî ya navenda Mehabadê bûye.