Tîma Kong Fû ya Îranê 9 mêdalên cîhanî wergirtin
Mijdar 12, 2017 15:39 Asia/Tehran
Werzişkarên Îranê li Pêşbirkên Cîhanî yên Kong Fûyê li Çînê bi wergirtina mêdaleka zêr, du zîv û 9 tûncan dawî li karê xwe li van pêşbirkan anîn.
Li gorî rapora roja Yekşemê ya IRNA`yê, dora heftem a Pêşbirkên Cîhanî yên Kong Fûyê li Çînê ji roja Pêncşemiya buhurî va anku ji roja 9`ê Mijdara 2017an va li bajarê Emî Şana Çînê dest pê bû.
Ev pêşbirkana îro anku Yekşemiyê bi diyarbûna kesên sereke bi dawî bûn.
Li van pêşbirkan sê hezar û 800 werzişkjar ji 57 welatên dinyayê beşdar bûn.