Mijdar 11, 2017 18:51 Asia/Tehran
  • Tîmên Îranê gihîştine fînala pêşbirkên Kanopoloya qaremaniya Asyayê

Li dawiya dewra destpêkê ya pêşbirkên Kanopoloya qaremaniya Asyayê, tîmên Îranê li pişka jinan û li asta temenê ya temendar û ciwanan, gihîştine qonaxa berî fînalê.

Li gorî raproa IRIB News`ê, pêşbirkên Kanopoloya qaremaniya Asyayê, îro bi lidarxistina pêşbirkên mayî yên ji dewra destpêkê, li Malêziyê berdewam bûn û tîma neteweyî ya welatê me li 8 pêşbirkan beşdar bû.

Li pişka mêrên temendar, tîma neteweyî ya welatê me ku li hemî pêşbirkên xwe bi ser ketiye, îro jî karî li lîstika bi mazûvan re bi encama 8-0 bi ser keve.

Tîma neteweyî ya temendaran li duyemîn lîstika xwe ya li hember Ustralyayê bi encama 7- 4 bi ser ket û kete pişka berî fînalê.

Li dawiya dewra destpêkê ya van pêşbirkan, her çar tîmên Îranê li pişkên jinan û mêran û astên temenê yên temendar û ciwanan, ketina qonaxa berîfînalê.

Li pişka mêrên temendar, tîma Îranê wekî tîma yekemîn a komê, joratir ji tîmên Japon, Çîna Taype û Sengapûrê, kete qonaxa tê.

Lîstikvanên tîma neteweyî ya Îranê, li vê pişkê, li qonaxa berîfînalê wê bi tîma çaremîn yanê Sengapûrê re bilîze.

Li pişka jinên temendar, tîma Îranê, piştî tîma Şîna Taypê bû duyemîn. Li vê pişkê tîmên Sengapûr û Japonya, bûn sêyemîn û çaremîn.

Tîma Îranê li vê pişkê li qonaxa berîfînalê, wê bi Sengapûrê re bilîze.

Pêşbirkên berîfînalê û fînalê yên pêşbirkên Kanopoloya qaremaniya Asyayê, wê sibê 21`ê meha Abana sala 1396`an a Koça Tavî beranberî 12`ê Mijdara 2017`an werin lidarxistin.