Mijdar 11, 2017 17:15 Asia/Tehran
  • Kongfokarên Îranê li pêşbirkên cîhanî sê mêdalên zîv û tûnc bi dest xistin

Werzişkarên Îranê li roja duyemîn a pêşbirkên KOngfoyê yên qaremaniya cîhanê, karîn sêmêdalên din jî bi dest bixin ta ku hejmara mêdalên xwe bigihînin şeşan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, dewra heftemîn a pêşbirkên Kongfoya qaremaniya cîhanê, ji roja pêncşemiyê va li bajarê Êmîşan a Çînê, destpê bû û wê heya 21`ê meha Abana sala 1396`an a Koça Tavî berdewam be.

Li van pêşbirkan, 3800 werzişkarên ji 57 welatên cîhanê amade ne û pêşwaziyeka kêmmînak ji van pêşbirkan tevî pircuriya forman hatiye kirin.

Roja îniyê û li roja duyemîn a van pêşbirkan, Mehdî Remezan zade li forma Cî Yên Tayçî`ê mêdala zîv bi dest xist.

Seîd Etarzade li forma Cî Yên`ê mêdala tûnc istand û Zehra Rûhî, karî mêdala tûnc a pişka jinan bi dest bixe.

Tîma Îranê li roja yekemîn a van pêşbirkan jî mêdaleka zêr , zîvek û du tûncan bi dest bixe.