Çend nûçeyên kurt ên werzişî
Tîma futbola heftkesî ya Îranê ji tîma Ingilîsê bir û karî derbasî fînala pêşbirkên cîhanî bibe. Tîma futbola heftkesî ya Îranê îro li pêşbirkên cîhanî yên Arjantînê 3-1 ji tîma Ingilîsê bir.
Xanima Perîsa Cewadî têkvandokara îranî li çiqa -62 kîlogiramê, 15-13 ji reqîba xwe ya çînî bir û mîdala Zêr a pêşbirkên Têkvandoya Nav Salonê yên Asyayê bi dest xist.
Kişikarên keçi ên parêzgeha Kurdistanê li dawîya yekemîn pêşbirkên Kişika bakûra rojavaya Îranê li bajarê Ûrmîyê, li rêza duyem a van pêşbirkana cî girtin.
Pêşbirkên Hendbola tezelawên devera 4 a Îranê bi pişkdarîya 6 tîman li bajarê Merîvan li parêzgeha Kurdistanê hatin lidarxistin û sê rojan berdewam bûn. Li dawîyê tîma Sinê li rêza duyem sekinî.
Elîriza Kardanîyan weznehilgirê qurweyî ji parêzgeha Kurdistanê mîdala Zêr a pêşbirkên qaremanîya ciwanên Îranê li çiqa dubêhnî bi dest xist.