Pêşbirkên nav holê yên Asiya û Oqyanûsiyê
Îlon 21, 2017 10:59 Asia/Tehran
Karwanê werzişa Îranê li dawiya sêhem roja pêşbirkên nav holê yên Asiya û Oqyanûsiyê 39 medalên rengbireng, 10 zêr, 6 zîv û 23 tûnc bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, werzişkarên Îranê roja çarşemiyê li çiqên werzişî yên Bîlyard, Têkwando, Bez, Tênîs, Mûytay û Guleşê bi hevrikê xwe re ketin pêşbirkê.
Pêncem dora leyîzên nav holê yên Asiya û Oqyanûsiyê ji 17 Îlonê bi beşdariya nunerên 69 welatên asiyayî û Oqyanûsiyê destpê bû û heya 27 Îlonê li bajarê Eşq Abada paytexta Tirkmenistanê wê bidomin.
Karwanê werzişkarên Îranê li van pêşbirkan bi navê Şehîdê serbilind `Muhsin Hucecî` li 20 çiqên werzişî beşdariyê dike.