Îlon 19, 2017 18:40 Asia/Tehran
  • Karewana werzişkarên  Îranê li Lîstikên Asyayî yên Işq Abadê

Karewana Îranê li Lîstikên Asyayî yên nav salonê û hunerên rezmî li sêyemîn roja van pêşbirkan, baş lîst û kete pileya duyem a vergirtina mêdalan piştî werzişkarên tirkmenistanî.

Li gorî rapora Ajnsa nûçeyan a FARS`ê li Işq Abadê, karewana werzişî ya Îranê li dawiya roja sêyem a pêşbirkên nav salonê yên Asyayê yên Işq Abad- 2017`an, bi 4 mêdalên zêr, 2 mêdalên zîv û 6 mêdalên tunc, kete pileya duyem û bi xwebaweriyê li halê pêşketin û bidestxistina mêdalên xweşreng e.

Mesûd Soltanî fer, wezîrê werziş û ciwanan ê Îranê, jibo beşdariya li rêûrisma vekirrina lîstikên hanê li 17`ê Îlonê, çû Işq Abadê û ligel balyozê Îranê yê li Işq Abadê û berpirsên din ên payebilind ên werzişî û olempîka welatê me bi endamên karewana welatê me li gundê olempîkê yê cihê birêveçûna van lîstikan, hevdîtin pêk anî û li rêûrisma dayîna mêdalan bi rayedarên dewleta Tirkmenistanê, serokê komîteya OLempîka Asyayê re bi awayekî cida ji hev hevdîtin pêk anî û li balyozaneya Îranê ya li Işq Abadê jî amade bû.

Îro çaremîn roja lîstikên Asyayî yên Nav Salonê û Hunerên Rezmî ye ku bi amadebûna nêzî 6 hezar werzişkarên ji 65 welatên Asya û Oqyanûsiye li 21 çiqan berewam e û li 27`ê Îlonê, wê rêûrisma bidawîhatina wê were lidarxistin.

Karewana Komara Îslamiya Îranê, biryar e bi 214 werzişkaran ku 148 mêr û 68 jinan digire ber xwe, li van pêşbirkan yên li gundê Olempîka Işq Abadê li paytexta Tirkmenistanê beşdar bibe.