Qaremaniya Îranê li pişka tîman a şûrbaziyê ya kûpa cîhanî ya ciwanan
Îlon 18, 2017 19:20 Asia/Tehran
Tîma ciwanan a Îranê, li fînala pêşbirkên tîmî yên çeka Sabir, bi encama 45-43 ji tîma Blarûsê bir û bû qaremana cîhanê.
Li gorî rapora roja yekşemyê ya IRNA`yê, tîma şûrbaziyê ya ciwanên Îranê li pêşbirkên cîhanî ya şûrlêdanê û li pişka tîman, berî niha jî tîmên Almanya û Iraqê şikest dabû.
Pêşbirkên şûrbaziyê yên kûpa cîhanî, rojên şemî û yekşemiyê bi beşdariya nûnerên ji 15 welatên cîhanê û bi 63 werzişkaran li Têhranê hatine lidarxistin.