Îlon 18, 2017 18:21 Asia/Tehran
  • Kûpa Tênîsa Kendava Farsê didome

Di roja pêncem a pêşbirkên Tênîsê yên Kûpa Kendava Farsê 7 tîm yê derkevin pêşberî hev.

Li gorî rapora Fêdêrasyona Tênîsê ya Îranê, di roja pêncan a çardehemîn dewra pêşbirkên lîga A ya tênîsa Kûpa Kendava Farsê 7 tîm li werzişgeha tîma Istiqlalê ketin rikeberîyê. Tîma Kêrman Motorê 3-0 ji tîma Arya Granol a Qomê bir.

Tîma Bankê Hêkmetê Îranîyan jî 3-0 ji tîma Şehîd Hemedanî ya Hemedanê bir û Lêmîz Kafîyê jî 3-0 ji tîma Geçê Rêza ya Meşhedê bir.

Sibê û di şeşemîn roja van pêşbirkana da jî tîma Lêmîz Kafîyê yê derkeve pêşberî tîma Kêrman Motorê, Geçê Rêza yê derkeve pêşberî tîma Kîlînîkê Cerahîyê Maderan a Abadanê û Arya Granol a Qomê jî yê derkeve hemberî Bankê Hêkmetê Îranîyanê.

Ev pêşbirkana yê heta roja çarşemê li Têhranê bidomin.