Îlon 17, 2017 13:23 Asia/Tehran
  • Guleştkarên azad ên Îranê li pêşbirkeya Blarûsê medaleke zîv û medaleke bronzê anîne dest

Du sporvanên îranî li Guleşta Azad li pêşbirkeya Kûpa Medvîd a Blarûsê karîn medalên zîv û bronz bistînin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li 4 weznên pêşbirkeya guleşta azad a kûpa Medvîdê li bajarê Mîniska Blarûsê duh şemiyê Muhemed Muteqîniya li 74 kîlogerem karî medala zîv bîne dest.

Hemîd Riza Zerînpeyker nûnerê dine Îranê li 74 kîlogerem jî karî pê netîca 6-0 işkestê bide nûnerê Rûsiyayê û medala bironz vergirt.

Ehmed Bezrî nûnerê Îranê li pêşbirkêya Guleşta Azad a Kopa Medvîd li wezna 86 kîlogerem jî îro yekşemê dê here meydanê.

Tîma Guleşta azad a Îranê pê sê nûneran pişkdariya pêşbirkêya kopa Mêdvîd a Blarûsê kiriye.