Îlon 17, 2017 13:18 Asia/Tehran
  • Woşokarên îranî 3 medalên asiyayî anîne dest

Woşokarên îranî li roja yekem a pêşbirkeya qehremaniya Asiyayê ku li Koreya başûrî bi rê ketiye du medalên zîv û medaleke bronz anîne dest.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muhemed Riza Ceferî Woşokarê îranî li woşoya Daoşo karî 9.18 parûpişkan bistîne ku karî li vê pêşbirkeya asiyayî medala zîv bîne dest.

Li nav sporvanên jin jî Zehra Butşiken talokara modela Daoşo jî karî 9.10 parûpişkan bîne dest û li pêşbirkeya Woşoya qehremaniya Asiyayê karî medala bronz`ê bîne dest.

Nîlûfer Muxtarpûr jî li Woşoya modela Çiyang Şo karî medala zîv bîne dest.

Dewra nehane pêşbirkêya Wûşoya qehremaniya Asiyayê bi pişkdariya 433 sporvanan ji 19 welatên cîhanê li bajarê Germî ya Koreya Başûrî birê ketiye û hetanî 20 Îlonê dê bê domandin.