Tîma volîbala Îranê pê işkesta Îtaliya û Amerîka carek din qudreta xwe nîşan da
Serperwerdekarê Tîma Volîbala neteweî ya Îranê got: Niha ku volîbalîstên Îranê du tîmên Îtaliya û Amerîka işkest dan pê qudretekî zêde serketina xwe ya sisyan jî bînin dest.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îgo kolakovîç, Serperwerdekarê Tîma Volîbala neteweî ya Îranê piştî serketina volîbalîstên Îranê li hemberî du tîmên Îtaliya û Amerîka li çarçîva kopa qehremaniya cîhanî ragihand niha ku me du tîmên duwim û sisyane Olempîkê işkest da bi hêz û qawet li hemberî Birîzîlê diçin meydanê.
Wî got: Birizîl tîmekî bi qudrete lê piştî ku me işkest daye Îtaliya û Amerîka niha me dil heye rûdawekî din li vê pêşbirkêya cîhanî ya volîbalê bixuliqînin.
tîma netewî ya Volîbola Îranê bi rahênerîya Îgor Kolakovîç di gêymên yekem û duyem de 20-25 û 25-17 derdan tîma Amerîkayê lê li dewama pêşbirkê di gêymên sêyem û çarem de 27-25 û 25-21 ji tîma Amerîkayê birin û encam kirin beranber.
Tîma Îranê li gêyma pêncem a çarenûsê 15-12 ji tîma Amerîkayê bir û bi 4 poenan li nav 6 tîmên pişkdar bû tîma yekem a roja duyem a pêşbirkan.
Berî vê lîstikê, tîma Birêzîlê 2-3 derda tîma Îtaliyayê, Îtaliyaya ku li pêşbirka yekem li vê kûpê derdabû Îranê.