Tîrmeh 25, 2017 16:03 Asia/Tehran
  • Navê yekem xatûna îranî li pirtûka Gînêsê hat tomarkirin

Bi tomarkirina rêkora melevanîya bi destên girêdayî ya li avên azad a Êlham Sadat Esgerîyê, navê yekem xatûna îranî li pirtûka qeydkirina rêkoran Guinness`ê hat tomarkirinê û hejmara îranîyên ku navê wan li vê prtûkê hatîye tomarkirinê giheşte 5 kesan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rûhulah Doşmenzîyarî berpirsê tomarkirina rêkorên Guinness`ê li Îranê îro got: Êlham Sadat Esgerî bi destên girêdayî zêde ji 3 sietan li avên Kendava Farsê melevanî kir û rêkora cîhanî di vî warî da tomar kir.

Berpirsê tomarkirina rêkorên Guinness`ê li Îranê herwiha got: Rêkora somerîya bi destên girdayî li avên azad ser navê Paolo Karzêrî ji Îtalîyayê hatibû tomarkirinê ku Êlham Sadat Esgerî xatûna îranî bi somerîya bi hicaba islamî ev rêkora ser navê xwe da tomarkirinê.

Rûhulah Doşmenzîyarî herwiha got: Li Îranê bilî Êlham Sadat Esgerîyê 4 kesên din jî xwedîyê belgeya tomarkriina rêkora Guinness`ê ne ku 2 babet li warê fotbolê ne.

Doşmenzîyarî herwiha got: Navê 3 îranîyên din jî li malpera pirtûkên Guinness`ê hatîye tomarkirinê lê ji ber neşopandinê, wan hela belgeyên xwe wernegirtine. Yek ji wan sê kesan Elî Dayî fotbolîst û rahênerê navdar ê îranî ye.

Elî Dayî xwedîyê rêkora lêdana golên herîzêde yên netewî li fotbola cîhanê ye.