Cîgirtina tîma şûrlêxistinê ya Îranê di rêza 8 tîmên sereke yên cîhanê de
Tîrmeh 25, 2017 12:33 Asia/Tehran
Tîma netewî ya şûrlêxistinê ya Îranê di çiqa Sabr`ê de ji tîma Ingilîsê bir û di rêza 8 tîmên sereke yên pêşbirkên qaremanîya cîhanê ku li Laypzîka Almanê tên lidarxistinê, cî girt.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, tîma netewî ya şûrlêxistinê ya Îranê di çiqa Sabr`ê de 45-29 ji tîma Ingilîsê bir û derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên sereke yên van pêşbirkan bibe û bibe reqîbê Mecaristanê di vê qonaxê de.
Pêşbirkên cîhanî yên şûrlêxistinê ji 19`ê Tîrmehê ve li bajarê Laypzîk ê Almanê destpê bûne û yê heta 26`ê Tîrmehê bidomin.