Tîrmeh 25, 2017 12:33 Asia/Tehran
  • Tîma guhgiranên Îranê yekem mîdala zêr li olempîkê bidest xist

Werzişkarê Karatê yê îranî di çiqa -60 kîlogiramê de, yekemîn mîdala zêr a karwanê werzişa Îranê li 23`emîn dewra pêşbirkên Olempîka Guhgiranên Cîhanê li bajarê Samson ê Tirkîyê bidest xist.

Mîlad Sadiqzade karatekarê çiqa -60 kîlogiramê endamê tîma netewî ya karateya guhgiranên Îranê duh êvarê li pêşbirka fînalê 8-0 ji reqîbê xwe yê ûris bir û mîdala zêr bidest xist û bi vî awayî hejmara mîdalên karwanê werzişa Îranê li van pêşbirkana heta vê gavê giheîte 12`an ku yek zêr, 2 zîv û 9 jî tûnc in.

23`emîn dewra pêşbirkên Olempîka Guhgiranên Cîhanê bi pişkdarîya zêde ji 3 hezar werzişkarên ji 97 welatên cîhanê bi mazûvanîya bajarê Samson ê Tirkîyê ji 18`ê Tîrmehê ve destpê bûye û yê heta 30`yê Tîrmehê bidome. Karwanê werzişî ya Îranê bi 107 werzişkarî di çarçova 13 tîman de li vê dewra pêşbiran amade bûye.