Tîrmeh 24, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Tîma netewî ya volîbola perravê ya Îranê li pêşbirkên cîhanî li rêza sêyem cî girt

Tîma netewî ya volîbola perravê ya Îranê li pêşbirkên rêzebendîya tûra cîhanî ya Mexribê li tîma mazûvan bir û jibo cara yekem li tûra cîhanî mîdal bidest xist.

Tîma netewî ya volîbola perravê ya Îranê ku ji Rehman Reûfî û Behmen Salimî-Înce pêk tê, îro 2-1 ji tma Mexribê bir û bi mîdala Tûnc li rêza sêyem cî girt.

Tîma Îranê di sêta yekem da 21-19 derda tîma Mexribê lê di sêtên 2 û 3`yê de 21-19 û 16-14 jê bir.

Tûra cîhanî ya Mexribê roja înîyê li bajarê Agadîr ê Mexribê destpê bû û duh bidawî hat.

Tîma netewî ya volîbola perravê ya Îranê îro ji Mexribê bera xwe da Vîyena Otrîşê ta ku li pêşbirkên qaremanîya cîhanê ya mêran pişkdarîyê bike.

Yazdehemîn dewra pêşbirkên volîbola perravê yên qaremanîya cîhanê yê ji 28`ê Tîrmehê va heta 6`ê Tebaxê bi mazûvanîya Otrîşê bê lidarxistin.

Li gorî pişkê, dewra destpêkê ya pêşbirkên volîbola perravê yên qaremanîya mêrên cîhanê yê bi şiklê 12 komên çartîmî bê lidarxistin ku tîma netewî ya volîbola perravê ya Îranê ligel du tîm ji Kandayê û tîmeke Otrîşê li Koma L`ê cî girtîye.