May 27, 2017 16:08 Asia/Tehran
  • Qaremaniya rezmîkarê elborzî li pêşbirkên Olempîka Asyayî ya Bakûyê

Rezmîkarê elborzî li pêşbirkên Olempîka Asyayî ya ku bi sîmbola Hevgirtina Welatên Îslamî li Bakûyê hate lidarxistin, li lîstikên azad piştî şikestdayîna du rezmîkarên ji Azerbaycan û Daxistanê, karî mêdala zêr bi dest bixe.

mihemed Hisên Pûr Sayan, roja şemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê, got ku ev pêşbirke di asteka jorîn de hatin lidarxistin. Wî destnîşan kir ku dil heye mêdala xwe ya zêr hevgavê meha pîroz a Remezanê, pêşkêşî Mulelmuwehidîn hezretê Elî (s) bike. Hisênpûr herwiha got ku heya niha li çend dewrên lîstikên azad ên li kêşa 60 kîlogremê, karî mêdalan bi dest bixe.