May 27, 2017 15:11 Asia/Tehran
  • Qehremaniya Îranê li pêşbirkeya navnetewî ya ajotina erebeyan li çiyan

Dewra dudyan a pêşbirkeya navnetewî ya ajotina erebeyan li çiyan êvara duh li Qezvînê kuta bû û Îran bûye qehremanê vê dewrê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Dewra dudyan a pêşbirkeya ajotina erebeyan li çiyan bi pişkdariya 85 şofiran li Pîsta Afrûda Qezvînê li rojavaya Têhranê bi rê ket.

Bingehên nûçan ragihandin ku şofirin ji welatên wekî Îran, Tirkiye,Komara Azerbaycanê û Gurcistanê pişkdariya vê pêşbirkêyê bûn.

Li vê pêşbirkêyê li Kilasa 1 Ferşad Îbrahîmî ji Qezvînê, Husên Beyat ji Zencanê, Emîn Mêysemî ji Azerbaycana Rojhilatê ewil ta sêwim bûn.

Herwisa li kilasa 2 jî Mesûd Nesrî ji Mazinderanê, Husên Kûhken û Muhemed Nesîr şehnexş jî Sîstan û Belûçistanê jî meqamên 1 hetanî 3 anîne dest.

Li klasa 3 Necmedîn Weysî ji Kirmanşanê, Seyîd Elîriza Pûrşehîd ji Farsê û Tarîk Îlmaz ji Tirkiyê pileyên 1 hetanî 3 yên vê pêşbirkeyê anîne dest.

Li klasa 4 jî  Pervîz Şehbexş ji Sîstan û Belûçistanê, Elîriza Nemetî ji Qezvînê û Mensûr Feyzî jî Îsfehanê pileyên 1 hetanî 3 anîne dest.