May 27, 2017 09:40 Asia/Tehran
  • Fîlma kurt a îranî li festîvala Kanê hate bijartin

Fîlma îranî ya Heywan ku Behram û Behmen Erk ew çêkirine, karî xelata dudyan a ``Sîne Fundansiyona`` dewra 70 a festîvala navnetewî ya Kanê verbigre.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Fîlma îranî ya Heywan ku Behram û Behmen Erk sînemakarên medreseya netewî ya sînemaya Îranê ew çêkirine, karî xelata dudyan a ``Sîne Fundansiyona`` dewra 70 a festîvala navnetewî ya  Kenê verbigre.

Li vê pişka Festîvala Kanê fîlmin ji welatên Usluwakî, Birizîl, Japon, Hindûstan, Fransa, Amerîka, Arjantîn, Ingilîz û Taywanê û Biljîkayê hebûn ku fîlma Îranî ya ser navê Heywan karî xelata dudyane vê festîvalê verbigre.

Li pişka Fîne Fundansiyona fîlmên ku diçin Kenê fîlmên bijartî yên zanîngeh û medreseyên fîlmçêkirinê dikevin nav pêşbirkêyê û xelata ewile îsal fîlmek ji Biljîkayê vergirt fîlma ser navê ``Pirê Livraye`` û fîlma dudyan fîlma Îranî ya Heywan bû û fîlma sisyan jî ``Du Cewan mirin`` ji Firansayê bû.