May 24, 2017 17:54 Asia/Tehran
  • Wuşûkarên îlamî li pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî du mêdalên zêr bi dest xistin

Yezdan Mîrzayî û Seîd Fazilî, du wuşûkarên îlamî, li pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî li Bakûyê, du mêdalên zêr bi dest xistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Kurd Press`ê ji zarê beşa peywendiyên giştî ya dayira giştî ya werziş û ciwanan a Îlamê, karewana şeşkesî ya tîma neteweyî ya Îranê ku Yezdan Mîrzayî û Seîd Fazilî, werzişkarên îlamî têde bûn, duh li roja dawîn a pêşbirkeyên dora çaremîn a lîstikên Hevgirtina Welatên Îslamî li Komara Azerbaycanê li bajarê Bakûyê, bi şeş mêdalên zêr karê xwe bi dawî anî.

Li kêşên -70 kîlogirem, Seîd Fazilî ku li roja yekemîn a pêşbirkên Daokadrê ji welatê Sahil Acê, Elî Qiyasî, kesê sêyemîn ê cîhanê ji Urdinê û Bêkar Sawaş, duyemê cîhanê ji Tirkiyê torandibûn, li pêşbirka dawîn li hember Wûgar Keremev ji Komara Azerbaycanê çû meydanê.