May 24, 2017 17:44 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtbola Ciwanên Îranê pêşbirka xwe ya serketî bi işkestê guherand

Tîma Fûtbola ciwanên Îranê li halekî ku ji hevrikê xwe pêş ketibû, derda wê tîmê.

Li gorî rapora Pars News`ê, Tîma fûtbola ciwanên Îranê li dewama pêşbirkên koma sisiyan a Kupa cîhanî ya bin 20 salan a Koreya  Başûr bi Zambiyayê re leyîst û li pêşbirka ku ji siet 12:30 îro va li werzişgeha Kupa cîhanî ya Cecoyê destpê bûbû bi encama 4-2 derda wê tîmê.

 Zambiyayê bi vê serketinê 6 puen bi dest xistin da ku wek yekim tîma koma sisyasn derbasî qonaxa  hezfî bibe. Pêşbirka din a vê komê ji siet 15:30`ê va navbera Kastarîka û Puteqalê tê lidarxistin. Her duyê van tîman li pêşbirkên yekem derdabûn.

 Tîma  Îranê jî ku li pêşbirka pêşiyê bi encama 1-0 Kastarîka torandibû, niha 3 puenên wê hene û li sêyem pêşbirka xwe roja şemiyê tê dê bi Purteqalê re bilîze.