Nîsan 26, 2017 21:21 Asia/Tehran
  • Yekemîn mihrîcana Sînemayê li Qamişloyê

Di bin navnîşana “Sînema Neynika Jiyanê ye û Rehjeniya Gelan e” Mihrîcana Qamişlo ya sînemeya navdewletî ya yekem li bajarê Qamişlo dest pê kir

Nêzî 10 welatên cîhanê bi hin fîlmên curbecur beşdariya mihrîcanê kirine û ev dibe yek ji pîvanên ku mihrîcan bi navê navdewletî bête nasîn. Yek ji supirîzên mihrîcanê jî, sînemeya zarokan e ku yaneya Qamişlo ya Sînema guhdaneke taybet bi wan dide.

Li Kurdistana Sûriyê tevgera sînema û şanoyê roj bi roj geş dibe, lê hin pirsgirêk hene ku dibe sedema ne pêşketina vê hunerê wek tunebûna holên taybet bi sînemayê û kêmbûna berhemên nivîskaran di warê sînaryo û nivîsandina taybet ji bo şano û sînemayê.

Komîta amadekar ya mihrîcana navhatî ku ji aliyê yaneya Qamişlo ya sînema ve bi rê ve diçe, dibêje ku armanca wan ew e ku ev mihrîcan bibe bingeha avakirina sînemeya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, nemaze ku nêzî 60 fîlmî ji hin welatên mîna Misir, Tirkiyê, Libnan û Okraniya gihiştine wan û tenê 30 fîlim hatine hilbijartin û li Qamişlo û Dêrik, Tirbespiyê, Rimêlan û Amûdê dê bêne nemayişkirin.