Nîsan 26, 2017 17:29 Asia/Tehran
  • Du tîmên Îranê li lîga şampiyonê ya Fûtbola Asiyayê li hemberî herîfên xwe li pileyeke wekhev cih girtin

Pêşbirka tîmên Fûtbola Istiqlala Têhranê û Istiqlala Xûzistanê li hember hevrikên xwe li hefteya pêncan a lîga qehremaniya Asiyayê 1-1 beramber dawî bû.

Sêşemiyê şevê tîmên fûtbolê yên  Istiqlala Xûzistanê û El-Fetha Erebistanê li hefteya pêncan a lîga qehremanên Asiyayê li koma dudiyan  li werzişgeha El-Qurafê ya Qeterê derketin pêşberî hev ku ev leyîza di dawiyê de  bi encama 1-1 dawî bû.

  Encama pêşbirka tîma fûtbola istiqlala Têhranê li hember tîma pêgoga  El-Ehliyê ya Îmaratê li werzişgeha Azadiya Têharnê jî 1-1 beramber dawî bû.

Şeva buhurî û li yekim şeva heftiya pêncan a lîga qehremanên  Asiyayê, nunerên Îranê li lîga qehremanên  Asiyayê bi 1-1 û her wiha işkestekê, karê xwe bi dawî anî.

  Duşemiyê şevê prespolîsa Têhranê li hember El-Hilala Erebistanê 0-0 û Zob Ahena Îsfehanê  bi işkesta 3-0 li hember El-Eyna Îmaratê karê xwe bi dawî anîn.