Nîsan 23, 2017 19:22 Asia/Tehran
  • Bîliyardvanê îranî pileya sêyem a pêşbirkên navneteweyî yên Libnanê bi dest xist

Serokê taxima Biîliyardê ya parêzgeha Farsê li başûrê Îranê got: Mihemed Elî Pordil ji parêzgeha Farsê li pêşbirkên Neh Gogan (9 Boll) a navneteweyî ya Libnanê pileya sêyem bi dest xist.

Ferhad Qeşqayî roja şemiyê ji IRNA`yê ra got: Pordil li qonaxa nîvê dawiyê li hemberî hevrikê xwe ji Libnanê bi encama 11 li hemberî 10 derda û mêdala bronzê wergirt.

Wî her wiha got: Ev werzişkarê îranî berî ku bigihêje qonaxa nêvê dawiyê, hevrikên xwe ji welatên Libnan, Misr û Inglîsê têk biribûn.

Qeşqayî her wiha got: Li vê dora pêşbirkan, 128 bîliyardvan ji çend welatên cîhanê beşdar bûn.

``Neh Gog`` yek ji rişteyên werzişa Bîliyardê ye ku beşdarên têda bi neh gogan dilîzin.