Nîsan 23, 2017 13:25 Asia/Tehran
  • Serketina têkwandokarên  Îranê li pêşbirkên  navneteweyî li Qezaqistanê

Têkwandokarên Îranê li roja yekim a tornomênta navneteweyî ya Qezaqistanê karîn ku 5 mêdalan bi dest xînin.

 Pêşbirkên navneteweyî yên têkwandoya Qezaqistanê ji roja şemiyê bi beşdariya 472 werzişkarên nûciwan û bitemen û li du komên mêran û jinan li  werzişgeha  Atîrawa Qezaqistanê destpê bûye.

 Li van pêşbirkan ku bo heyama sê rojan didome tîma Îranê tenê li beşa mêran tevlî pêşbirkê dibe.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  roja şemiyê û li weznên 54, 58 û 87 Kîlo Geremî yên van pêşbirkan, têkwandokarên Îranê bi serketina li hemberî hevrikên Qezaqistan, Endonizya, Viyêtnamê û Rûsiyê du medalên  zêr û du zîv û brunzek bi dest xistin.

 Li dewama pêşbirkan, wê sibê, têkwandokarên  Îranê li weznên 63 û 68 Kîlo Geremî tev hevrikên xwe ji Rûsiyê, Qirqîzistanê, Qezaqistanê, Tacîkistanê û Uzbekistanê herin meydanê.