Adar 23, 2017 14:20 Asia/Tehran
  • Serketina tîma fûtbola jinên Îranê li Sûçîyê

Tîma fûtbola jinên Îranê li Sûçîya Ûrsêtê sê caran bidûhev li hemberî reqîbên xwe serkevtî bû û wekî tîma serkêşê komê derbasî qonaxa din a pêşbirkan bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Tîma fûtbola jinên Îranê şeva buhurî li Sûçîyê derket pêşberî tîma Slovenîyê û li vê tîmê bir û wekî serkêşa koma xwe derbasî qonaxa din a van pêşbirkan bû.

Tîma fûtbola jinên Îranê berî vê pêşbirkê jî li tîmên Krasnodar û Qazaqistanê biribû.

Reqîba tîma fûtbola jinên Îranê yê sibê kifş bibe.