Adar 19, 2017 17:13 Asia/Tehran
  • Tomarkirina def û deflêxistinê li parêzgeha Kurdistanê wekî berhema meinewî ya netewî

Def û merasima deflêxistinê ya parêzgeha Kurdistanê di lîsteya berhemên meinewî yên netewî ya welêt da hatin qeydkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Seyîd Muhsin Elewî rêvebirê giştî yê dayra mîrata çandî, berhemên bidestçêkirî û tûrîsma parêzgeha Kurdistanê got: Def (erbanê) û merasima deflêxistinê bi amadebûna alîkarê serokê sazîya mîrasa çandî ya welêt, çend mamoste û xwedanfikrên ferhengî yên welêt, nunerên 10 parêzgehan û giregir û mamosteyên warê çand û hunera Kurdistanê wekî berhema meinewî ya netewî hat tomarkirinê.

Seyîd Muhsin Elewî bal kişand ser vê pêngava binirx û got: Kurdistan ji mêj va heta niha wekî yek ji parêzgeh û deverên sereke yên welêt li warê çêkirin û jenîna defê hatîye hesêb, lewma roja îro jî vê saza irfanî di nava gelê vî warî da nirx û cîgeheke taybet heye.

Wî çêkirina defê û şêwaza jenîna wê li Kurdistanê bêmînak zanî û got: Tomarkirina defê û şêwaza lêxistina wê pêngaveke binirx di çarçova piştgirîya ji mamoste û mezinên vê saza irfanî da ye.

Seyîd Muhsin Elewî rêvebirê giştî yê dayra mîrata çandî, berhemên bidestçêkirî û tûrîsma parêzgeha Kurdistanê li dawîyê got: Sine dergûşa sereke ya deflêxistinê li welêt û heta li hemî dinyayê ye ku hêvîdar im bi vê pêngavê pêşxistin û berfirekirina şêwaza deflêxistinê û sazkirina wê li Kurdistanê zêdetir girîng bibe.