Adar 18, 2017 10:45 Asia/Tehran
  • Lidarxistina kombûna Newrozê li Navenda Îrannasîyê li Enqerê

Kombûna pisporîyê ya Newroz Li Erdnigarîya Çandî ya Hevpar bi amadebûna rawêjkarê çandî yê Îranê li Tirkîyê û hejmarek îranasan li Navenda Naskirina Îranê li bajarê Enqereya Tirkîyê hat lidarxistinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Seferxanî rawêjkarê çandî yê Komara Islamî ya Îranê li Tirkîyê li vê kombûnê, Newroz yek ji rismên herî kevnar ên Îranê binav kir û got, ev cejna navnetewî ku bi destpêbûna Biharê tê lidarxistinê, ser dost û dilovanîyê disekine.

Seferxanî erdnigarîya cejnên Newrozê berfire û pirranîya welatên Rojhilata Navînê, Asîya Navîn, Qafqaz û nîvgrava Hindê û Balkan zanî.

Li vê kombûnê ku bi amadebûna hejmareke xwendekarên zannîgehan ên hezkirê çanda îranî û hogir û îranasan hat lidarxistinê, pişkdaran nêrînên xwe li bara babetên hevpar ên deb û rismên Newrozê di nava gelên curbicur da raber kirin.

Civata Giştî ya NY di sala 2010`an da Newroz bi hegera rêzgirtina zêde ji 300 milyon kesî li 11 welatên cehanê li vê cejnê, wekî `` rismeke cehanî`` bi fermî nas kir.

Newroz yekem roja sala hicrî-şemsî ya îranî hevgavê 1`ê Ferverdînê (21`ê Adarê), cejna destpêbûna sala nû ya îranî û yek ji cejnên herî kevnar ên Îrana kevin e.