Adar 17, 2017 15:12 Asia/Tehran
  • Pêşbirka rêzebendîyê ya Guleşta Ferengî di navbera Îran û Tirkîyê da

Tîma Guleşta Ferengî ya Îranê bi serketina li hemberî tîma Qazaqistanê wekî tîma duyem a Koma A derbasî pêşbirkên rêzebendîya Kûpa Cehanî bû ku li bajarê Abad li başûra rojavaya Îranê didome.

Li dewama 35`emîn dewra pêşbirkên Kûpa Cehanî ya Guleşta Ferengî ku ji duh ve bi amadebûna 8 tîmên sereke yên dinyayê li Abadanê destpê bûye, tîma netewî ya Gulşeta Ferengî ya Îranê di sêyemîn û dawîn pêşbirka xwe li qonaxa komkî derket pêşberî tîma Qazaqistanê û 6-2 li vê tîmê bir û derbasî pêşbirka rêzebendîyê bû.

Tîma Guleşta Ferengî ya Îranê di yekem pêşbirka xwe da derket pêşberî tîma Almanê û 7-1 li vê tîmê bir lê, di pêşbirka jibo kifşkirina serkêşa komê 5-3 derda tîma Ûrsêtê û şansê pişkdarîya li fînalê ji dest da.

Pêşbirka rêzebendîyê ango pileyên sêyem û çaremê di navbera Îran û Tirkîyê da û pêşbirka fînalê jî yê di navbera Ûrsêt û komara Azerbaycanê da îro êvarê bê lidarxistinê.

Li Kûpa Cehanî ya Guleşta Ferengî tîma Ûrsêtê bi hesabkirina encamên serdema Sovyeta Berê, bi 18 qaremanîyan di rêza yekem da ye û tîma Îranê bi 5 caran, Kûba bi 4 car qaremanîyê di rêzên duyem û sêyem da ne. Tîmên Tirkîye 3 û Ukrayn2, Komara Azerbaycanê û Gurcistanê her yek carekê bûne qareman.