Adar 16, 2017 16:40 Asia/Tehran
  • Tîma guleşta Ferengî ya Îranê li tîma Almanê bir

Tîma netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê li yekemîn rikeberîya xwe li pêşbirkên Kûpa Cehanî ya 2017`ê li tîma Almanyayê bir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, tîma netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê li pêşbirkên Kûpa Cehanî ya Guleşta Ferengî ya sala 2017`ê, li bajarê Abadan li başûra Îranê, karî 7-1 li tîma Almanê bibe.

Tîma netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê li duyemîn pêşbirka xwe û rikeberîya herî girîng a van pêşbirkana ku wekî fînala pêşwext e, yê îro siet 6`ê êvarê derkeve pêşberî tîma bihêz a Rûsyayê.

Eva heftemîn car û pêncemîn cara bidûhe e ku Kûpa Cehanî ya Guleşta Ferengî bi mazûvanîya Îranê tê lidarxistinê.

Li Kûpa Cehanî ya Guleşta Ferengî tîma Ûrsêtê bi hesabkirina encamên serdema Sovyeta Berê, bi 18 qaremanîyan di rêza yekem da ye û tîma Îranê bi 5 caran, Kûba bi 4 car qaremanîyê di rêzên duyem û sêyem da ne. Tîmên Tirkîye 3 û Ukrayn2, Komara Azerbaycanê û Gurcistanê her yek carekê bûne qareman.