Adar 16, 2017 10:43 Asia/Tehran
  • Federer û Nadal tên pêşberî hev

Roger Federerê tenîsvanê ji Swîsreyê û Rafael Nadalê ji Îspanyayê wê di Tûrnûvaya Tenîsê ya BNP Paribas Indian Wellsê da bên pêşberî hev

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, Roger Federer û Rafael Nadal herî dawîn di sezona ewil a fînala tûrnûvaya grand slamê da li Awistiryayê hatibûn pêşberî hev.

Federer û Nadal îsal wê cara duyemîn di vê tûrnûvayê da bên pêşberî hev.

Her du tenîsvan di tûra sêyemîn a tûrnûvaya bi destê Yekîtiya Tenîsvanên Profesyonel (ATP) li Kalîforniyaya eyaleta DYA`yê hat çêkirin da hemû reqîbên xwe têk birin û di tûra çaremîn da bûn reqîbê hev.

Pêşbirka di navbera Federer û Nadal da wê sibê dest pê bike.