Beşdarnebûan biwata ya derhênerê îranî li mersima wergirtina xelata Oskarê
Nunerên Esxer Ferhadî, derhênerê ku xelata Oskarê (Oscar) biriye, diyar kirin ku beşdarnebûna Ferhadî li mersima wergirtina vê xelatê nîşana nerazîbûna wî li hember siyasetên nijadperestane yên Emerîkayê bûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Enûşe Ensarî, nunera Esxer Ferhadî derhênerê Îranê yê fîlma ``Firoşer`` û yekim jina Astronat(fezagerr) a îranî li bara peyama beşdarnebûna Ferhadî li mersima wergirtina xelata Uskarê got: Ferhadî bi vî karê xwe dixwest tev kesên ku ji ber qedexetiya seferê nikarin tev heval û endamên malbata xwe li Emerîkayê hevdîtinê pêk bînin hevdiliyê bike.
Fîrûz Nadirî nunerekî din ê Ferhadî û ji rêveberên berê yê NASA`yê jî li bara beşdarnebûna Ferhadî li mersima wergirtina xelata uskarê diyar kir: Dema hûn dixwezin ser prensîpên xwe rawestin neşar in ku biryarên dijwar bidin û Ferhadî jî ev kara kir.
Li mersima 89`an a dayîna xelatên oskarê, fîlma Firoşer a derhênerê îranî, Esxer Ferhadî xelata fîlma herîbaş a neinglîzî bi dest xist.
Ferhadî bo cara dudiyan xelata oskarê ya fîlma herîbaş a derve bi dest xist.
Esxer Ferhadî û sitava fîlma Firoşer jibo protestokirina fermana Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî koçberiyê li vê mersimê ku roja duşemiyê hat li dar xistin, beşdarî nekirin û Enûşe Ensarî û Fîrûz Nadirî bi nuneratiya ji wan li merasima Uskarê beşdarî kirin.