Zehra Nemetî, tîravêja ewil a cîhanê li sala 2016`an
Zehra Nemetî, bû tîravêja ewil a paraulempîka cîhanê li sala 2016`an li Riyoya Birazîlê.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, 43 hezar kes li dengirtina bijartina tîravêja herî baş a cîhanê li 1 heya 31 Kanûna buhurî beşdarî kirin ku Zehra Nemetî li gor dengê wan, ev pileya bidest xist.
Nemetî li sala 2003an û piştî ku movikên pişta wê rastî pirsgirêkê hatin, beşdariya xwe li werzişa paraulempîkê destpê kir.
Nemetî ku çend heftyan berî leyîzên Paraulempîkê li Ulempîka Riyoyê beşdarî kiribû karî ku li Rîkroya ya takekesiyê medala zêrê ya paraulempîka xwe bi dest xîne. Ew her wiha tev Îbrahîm Rencber medala zîvê ya Rîkroya tîmî bi dest xist.
Nimetî li paraulmpîka 2012an a Londonê jî medala zêrê bi dest xist.
Andrê Şelbî ji Emerîkayê jî wek kemandarê ewil ê nivîşkan ê cîhanê li beşa mêran hat bijartin.