Sibat 27, 2017 09:58 Asia/Tehran
  • Encama xebata belemvanên îranî li pêşbirkên qehremaniya Asyayê

Pêşbirkên Islalûma qehremaniya Asyayê bi wergirtina sê mêdalên tunc ji aliyê werzişkarên îranî va bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, ev pêşbirk roja yekşemiyê li 4 pişkan hat domandin û belemvanên îranî karîn ku sê mêdalên din ên tunc bi dest bêxin, da ku hejmara mêdalên belemvanên îranî li dawiya van rikeberiyan bigihêje heft mêdalî.

Tîma Îranê bi wergirtina mêdaleke zêr, mêdaleke zîv û 5 mêdalên tunc li pêşbirkên Islalûma qehremaniya Asyayê ya 2017`an li Taylendê karê xwe bi dawî anî.

Pêşbirkên Islalûma qehremaniya Asyayê di rojên şeşem heta heştema meha Isfenê (24 heta 26`ê Sibatê) li bajarê Naxin Nayoka Taylendê hat lidarxistin.