Sibat 27, 2017 08:15 Asia/Tehran
  • `Esxer Ferhadî` bi fîlma `Bifiroş`ê careke din xelata Oskarê wergirt

Fîlma `Bifirş`berhema `Esxer Ferhadî` xelata beşa baştirîn fîlma biyanî li heştî û nehemîn merasima pêşkêşkirina xelatên akademiya zanist û hunerên sînemayê (OSKAR) wergirt.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, fîlmên `Tena` berhema Awstralyayê, `Tony Radmen` berhema Almanê, `Welatê min` berhema Danîmarkê û `Mêrek bi navê Ûwe` berhema Swêdê hevriojkên fîlma `Bifiroşê` li Oskara 2017`an da bûn.

Eva duyem Oskara Fwerhadî û sînemaya Îranê ye.

Ferhadî di sala 2012`an da jî ji bo fîlma `Cidatiya Nadir ji Sîmîn`  karîbû vê xelatê werbigire.

Esxer Ferhadî û karbidestên fîlma Firoşkar (Bifiroş) bi nîşanan nerazîtiya li hemberî fermana dijî koçberiyê ya Donald Traump serokomarê Amerîkayê beşdarî vê merasimê ku berbanga roja duşemiyê li gorî dema Têhranê hat lidarxistin, nebûn û Enûşe Ensarî yekem gerdûngera îranî û `Fîroz Nadirî` ji birêvebirên berê yên NASA`yê bp nûnertiya wan beşdariya li vê merasima Oskarê kirin.

Li daxûyanioya Esxer Ferhadî ku li vê merasimê hat xwendin hatiye gotin ku amadenebûna li vê merasimê ji bo rêzgirtina li gelê Îrtanê û şeş welatên din e ku ji vber qanûna dijî mirovahiyê ku koçberan ji çûyîna bo Amerîkayê qedexe dike, ketine ber bêrêziyê.

Daxûyaniya Ferhadî hevrê digel hezkirin û çepiklêdana beşdarên hazir li merasima Oskarê bû.