Sibat 25, 2017 09:01 Asia/Tehran
  • Serketiyên yazdehemîn Mihrîgana Navneteweyiya Fîlma 100 Çirkeyê

Rêûrisma bidawîanînê ya yazdehemîn Mihrîgana navneteweyiya Fîlma 100 Çirkeyê êvara îniyê li Têhranê hat lidarxistin û serketiyên vê fistîvalê li beşên cûrbicûr hatin naskirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li beşa navneteweyiya yazdehemîn Mihrîgana Navneteweyiya Fîlma 100 Çirkeyê da, Lewheya Sipasiyê pêşkêşî Hebîb Mihemedî nûnerê Mihrîgana  Kabolê, Florintîna Piriz ji Orogûê, Dotîna Hisêynî ji Nîcêryê û Êrnêst Manjoyalardo ji Îtalyayê hat kirin.

Tendîsa (peykera) fîlmên Enîmêyşin (Animation), çîrokî û belgewar li beşa navneteweyî jî bo Dosonk Şîn ji Sirîlankayê, Ergapalîk Toa û Kampûs ji Rşûsiyê û Ehmed Wehîd Emîrî ji Efxanistanê hat terxankirin.

Lewheya Sipasiyê li beşa Abora Berxwedanê û Çanda Xebatê jî pêşkêşî Kêywan Ehmedî bi boneya belgefîlma Qulfê ji parêzgeha Isfehanê / navenda Îranê/ hat kirin.

Mêhdî Xuroşî bi fîlma ``Destên Biçûk`` ji parêzgeha Erdebîlê / bakurê rojavaya Îranê /  jî karî li beşa Riya Tecrubeyê peykera Enîmêyşin (Animation) bi dest xist.

Peykera Beşa Belgewar jî bo Mihemed Fereczade ji bo fîlma Bivira Rojgarê ji parêzgeha Kurdistanê / li rojavaya Îranê / hat terxankirin.

Li yazdehemîn Mihrîgana Navneteweyiya Fîlma 100 Çirkeyê, hezar û nehsed û heftî kurtefîlm li beşa navneteweyî û hezar û dused û heftî û çar kurtefîlm jî li beşa navxweyî beşdar bûn.

Ev fistîvala navneteweyî ji bîst û duyem heta bîst û çarema meha Sibatê li Navenda Sînemayiya Azadî ya Têhranê hat lidarxistin.