Sibat 20, 2017 18:24 Asia/Tehran
  • Serkevtina tîma fotbolê ya Istiqlal a Xûzistanê li hemberî tîma el-Fetih a Erebistanê

Tîma fotbolê ya Istiqlal a Xûzistanê, yekemîn nunera Îranê li pêşbirkên lîga qaremanên Asîyayê karî ku li yekemîn lîstika xwe li van pêşbirkana li hemberî tîma fotbolê ya el-Fetih a Erebistanê serkevtî bibe.

Tîma fotbolê ya Istiqlal a Xûzistanê ya Îranê îro li yekemîn lîstika xwe li pêşbirkên lîga qaremanên Asîyayê li bajarê Mesqet paytexta Umanê derket pêşberî tîma fotbolê ya el- Fetih a Erebistanê û karî 1-0 lê bibe.

Tîma fotbolê ya Istiqlal a Xûzistanê ya Îranê li pêşbirkên lîga qaremanên Asîyayê ligel tîmên Lexoya ya Qeterê, Cizîre ya Imaratê û el-Fetih a Erebistanê ketîye li Koma B`yê. 

Ji ber ku Erebistanê bi awayekî yekalî peywendîyên dîplomatîk ên xwe ligel Îranê birrîne, lîstikên di navbera tîmên her du welatan da li welatê sêyem tên lidarxistinê.