Sibat 19, 2017 12:44 Asia/Tehran
  • Qedrzaniya Corden Barûz ji xelkê îranê

Corden Barûz qehremanê cîhanê û olempîkê ji xelkê Îranê bona piştevaniya xelkê Îranê û pêşwaziya ji wî û tîma guleşta Amerîka bi zimanê farsî ji îraniyan qedrzanî kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Corden Barûz qehremanê cîhanê û olempîkê li guleşta azad li wezna 74 kîlo ji xelkê Îranê bona piştevaniya xelkê Îranê û pêşwaziya ji wî û tîma guleşta Amerîka li kutahiya kopa cîhanî a guleşta azad ku li Kirmanşahê birê ket, li rûpela xwe ya Înêstagiramê bi zimanê farsî ji îraniyan qedrzanî kir.

Wî li peyama xwe bilî pîrozbahiya bi tîma Îranê ku li vê dewra Kopa cîhanî ya guleşta azad bûye qehreman got: Sipasiya hemû xelkê Îranê dikim ku piştevanê min û hevalên min bûn û ez hîvîdarim ku hertim serbilin bin û hertim serkevin.

Wî ragihand: Li halê ku ez ji Îranê diçim welatê xwe qedrzaniya hemûyan dikim bona hemû xizmetguzariyan û hîvîdarim ku carek din sefera Îranê bikim.

Li pêşbirkêya dewra 45-an a kûpa cîhanî ya guleşta azad ku ji pêncşemiya bihurî li Kirmanşahê li rojavaya îranê birê ket û roja îniyê jî kuta bû, tîma netewî ya guleşta azade Îranê ku duh tîmên Tirkiyê û Hindûstanê roja pêncşemê işkest dabû, îniyê li destpêkê işkest daye tîma netewî ya guleşta azade Moxolistanê û gihêşte fînalê û li fînalê jî li hemberî Amerîka pê netîca 5-3 işkest daye Amerîka û bûye qehreman.

Ji aliyê dinve Tîma guleşta azad a Komara Azerbaycanê jî li hemberî Tirkiyê pê netîca 7-1 serket û bûye tîma sisyan.

Tîma neteweyiya Guleşta Azad a Îranê berî viya heft caran li rikeberiyên Kupa Cîhanî ya Guleşta Azad  di salên 1996`a Têhranê, 2006`an Sariyê, 2012`a Bakûyê, 2013`a Têhranê, 2014, 2015 û 2016`a Lis Ancilisa Amerîkayê pileya yekem û qehremaniyê bi dest xistiye û 11 caran jî li pileya yekem sekiniye