Tîma guleşta ferengî ya Îranê bû qareman
Tîma guleşta ferengî ya A a Îranê ji tîma Gurcistanê bir û bû qaremana pêşbirkên navnetewî yên kûpa Textîyê.
Tîma guleşta ferengî ya A a Îranê di lîstika fînalê ya 37`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Kûpa Pehlevan Textî li bajarê Meşhedê li bakûra rojhilata Îranê da, 7-0 li tîma Gurcistanê bir û bû qaremana vê dewrê.
Tîmên Gurcistan, Tirkîye, Ermenistan, Bulgaristan, Ukrayn, Ozbekistan û Iraq ligel 5 tîmên îranî li 37`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên guleşta Kûpa Pehlevan Textî di çarçova 4 koman da ketin rikeberîyê.
Pêşbirkên navnetewî yên gulşeta Kûpa Pehlevan Textî li sê çiqên Azad, Ferengî û Pehlevanî ji roja pêncşemê va bi pişkdarîya 7 tîmên bîyanî û 5 tîmên îranî li Meşhedê destpê bûn û îro jî tîmên serketî yên pêşbirkan hatin nasandinê û ev dewra jî kuta bû.