Çile 19, 2017 18:03 Asia/Tehran
  • Hunermendê kurd Şehram Nazêrî xelata 'çand û hunerê' wergirt

Rêveberiya Çand û Îrşada Islamî ya parêzgeha Kirmanşanê hunermendê kurd ê binavûdeng Şehram Nazêrî xelat kir.


Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnimê,

Rêveberiya Çand û Îrşada Islamî ya parêzgeha Kirmanşanê hunermendê kurd ê binavûdeng Şehram Nazêrî xelat kir.

Hunermendê kurd ê meşhûr Şehram Nazêrî ji aliyê Rêveberiya Çand û Îrşada Islamî ya parêzgeha Kirmanşanê va hat xelatkirin.

Rêveberê Dayra Çand û Îrşada Islamî ya parêzgeha Kirmaşanê Îbrahîm Rehîmî Zengene, hunermendê kurd Şehram Nazê ‘Şovalyeyê mûzîka Îranê' binav kir û got, "Ev cara yekemîn e nîşaneya çand û hunerê ya Kirmaşanê pêşkêşî şovalyeyê muzîka Îranê Şehram Nazêrî tê kirin û eva cihê şanaziyê ye."

Rehîmî Zengene destnîşan kir ku Şehram Nazêrî kesek e ku di asta navneteweyî de xizmeta muzîkê kiriye û ew parastiye û ji bo mûzîka çandî jî xizmeteke mezin kiriye.

Rehîmî herwiha got ku Nazêrî hêjayî xelatên gelekî mezin ên cîhanê ye, xelata me ji bo xizmeta wî ya muzîkê tenê nîşaneya rêzgirtinê ye û got ev cara yekemîn e ew xelata ‘çand û hunerê' didin. Hêjayê gotinê ye ev xelata di çarçoveya Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Etnîan de pêşkêşî Şehram Nazêrî hat kirin.

Yekemîn Mêhrigana Navnetewî ya Etnîkan îro bi pişkdarîya 200 hunermendên ji Îran, Iraq û Hindûstanê li Kirmanşanê destpê bû û komên hunerî yên qewmên curbicur li sê beşên mûsîq, şano û kincan mideha 3 rojan têda pişkdar in.