Çile 12, 2017 16:02 Asia/Tehran
  • Festîvala navnetewî ya mûsîqaya Fecrê ji sibê ve destpê dibe

Dewra 32-an a festîvala navnetewî ya mûsîqaya fecrê ji sibe îniyê karê xwe li Têhranê destpê dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Grûpên mûsîqî yên pişkdar li festîvala fecrê ji sibe îniyê li salonên Wehdet, Rûdekî, Borca Azadiyê, ferhengseraya Niyaveran, salona Mîlad, nîşangeha navnetewî ya Têhranê û borca Mîlad ji sibe kêbirkêya xwe ya mûsîqayî destpê dikin.

Li dewra 32-an a festîvala navnetewî ya mûsîqaya fecrê grûpên mûsîqayî yên îranî û derveyî pişkdarin.

Li dewra 32-an a festîvala navnetewî ya mûsîqaya fecrê 12 grûpên navnetewî, 10 grûpên navçeyî ji Îranê, 10 grûpên dezgahî, çar grûpên jinan, 13 grûpên Orkêstwal û Kilasîkên rojavayî, 15 grûpên Pap û Rak , 8 grûpên tevlî hev û 6 grûpên kilasîk pişkdarin.

Dewara 32-an a festîvala navnetewî ya mûsîqaya fecrê hetanî 20 Çileyê didome.