Çile 12, 2017 11:48 Asia/Tehran
  • Hebûna sê fîlmên îranî li mêhrîcana fîlmên zarokan a Bengladişê

Sê fîlm ji berhemên Lijneya Sînemaya Ciwanan a Îranê gihîştine dehemîn dewreya mêhrîgana navneteweyiya fîlmên zarokan a Bengladişê.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, fîlmên `Hestî (Bûnewerî)` berhema Kemal Pernak, `Xeyala Sor` û `Siyên bajarekî` bi kargêriya Şehriyar Pûrseyidiyan ji berhemên Lijneya Sînemaya Ciwanan a Îranê ne ku dê li mihrîcana navneteweyiya fîlmên zarokan a Bengladişê rikeberiyê bikin.

Mihrîgana navneteweyiya fîlmên zarokan a Bengladişê fîlmên çêkirî ji bo zarokan û ji aliyê zarokan va nîşan dide.

Dehemîn dewreya Mihrîcana Navneteweyiya Fîlmên zarokan a Bengladişê bi piştgiriya Lijneya Zarokan a Bengladişê û Sindoqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji 24 heta 30 Çileya 2017`an dê were lidarxistin.